56 sal li ser kocbarkirina xebatkar Mihemed Elî Xoca re rederbas dibin

56 sal li ser kocbarkirina xebatkar Mihemed Elî Xoca re rederbas dibin

PDK-S: Roja 09 . 02. 2022, 56 sal li ser koçbarkirna xebatkar Mihemed Elî Xoca re derbas dibin .

Xebatkar Mihemed Elî Xoce xelkê navçeya Mabata ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye ji daykbûyê sala 1916 ye .

Xebatkar Xoca yek ji damezrînerên yekem Paratiya Siyasî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Partî Dîmuqratî Kurdistan Sûriya bû , karê mamostiyê li bajarê Heleb û piştire li herêma Cizîrê dikir , û jiber kar û xebata xwe ya siyasî rastî gelek astangiyan ji aliyê rêjîma Be'sa Sûriyê ve hat û gelek caran hat zindankirin û rastî tevaya cûrên eşkenceyê hat , û bi sedema eşkenceyê xebatkar Mihemed Elî Xoca rastî nexweşiyekê hat û bi kefalet hat serbestberdan , û piştî çar mehan ji rûbrûbuna nexweşiyê re di rêkefta 09ê Sibata sala 1966an de çû ber dilovaniya xwedê û koça dawî kir .