Serkirdeyekî PDK-Sê li Efrînê hat revandin

Serkirdeyekî PDK-Sê li Efrînê hat revandin

PDK-S: Endamê komîta navendî ya Partî Dîmoqratî Kurdistanî - Sûriya PDK-S, û Serokê xwechiya Efrînê ya encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê roja 31.03. 2019, hat revandin.

Li gorî jêdereke taybet , Hisên Îbiş serokê xwechiya Efrînê ya encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê û endamê komîta navendî ya Partî Dîmoqratî Kurdistanî - Sûriya, ji aliyê hêzeke bi navê polîsa leşkerî ve hat revandin û ta niha çarenvîsa wî nediyare, û tu zaniyariyên din nehatine bidestxistin.