Encûmena Xwecehiya rojhelatê Qamişlo ya ENKSê civîna xwe ya normal lidar xist
PDK-S: Xwecehiya rojhelatê Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê roja Şemiyê 30. 04. 2022 , civîna xwe ya normal lidarxist.
Encûmena xwecehiya rojhelatê Qamişlo ya ENKSê civîna xwe ya normal bi emadebûna endamên xwecehiyê li nivîsgeha Encûmenê li bajarê Qamişlo lidarxist .
Di civînê de raporta ofîsa karûbarên encûmenên xwecehiyê ji aliyê serokê xwecehiyê Mihemed sedîq ve hat xwendin û şirovekirin , û rewşa rêxistinî, siyasî û dawîn pêşhate li ser asta Sûriyê bi giştî hate gotûbêjkirin.
Herweha behsa revandin û leşkerkirina zarokan û şewtandina nivîsgehên ENKSê û partiyên bi serve ji aliyê milîsên PYDê ve kir.