Encûmena XwecehiyaTil Temrê ya ENKSê civînek lidar xist

Encûmena XwecehiyaTil Temrê  ya ENKSê civînek lidar xist

PDK-S: Piştî şewtandina nivîsgeha encûmena xwecehiya Til Temerê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên PYDê , xwecehiyaTil Temerê ya EKSê yekem civîna xwe ya asayî li darxist û têde jimarek mijarên girêdayî rewşa rêxistinî û ya siyasî gotûbêjkirin .

Roja Pêşemê 02. 06. 2022, piştî meh û nîvekê li ser derbasbûna şewtandina nivîsgeha encûmena xwecehiya Til Temerê ya ENKSê ji aliyê mêlîsên PYDê ve , xwecehiya Til Temerê û bi amadebûna praniya endamên xwe civîna xwe ya asayî lidarxist û di civînê de amadebûyan rewşa rêxistinî , dawîn pêşhateyên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî , herweha dawîn gefên Tirkiyê derbarê encamdana operesyonek leşkerî nû bo ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêjkirin.