Peyama Serok Barzanî ya li salvegera destpêkirina Şoreşa Eylûlê

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera destpêkirina Şoreşa Eylûlê

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro şêst û yek sal li ser destpêkirina şoreşa mezina Îlonê da derbas dibe. Li wê şoreşa seranseriya gelê Kurdistanê da hemû çînên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasixwaziya gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin.

Şoreşa Îlonê şoreşa îrade û bawerî bi xwebûna mirovê Kurdistanî bû û bingeheke bi hêz û rêxistinî ji bo berdewamiya têkoşîn û rawestana gelê Kurdistanê li dijî zordariyê danî. Şoreşa Eylûl bi bihayên xwe yên bilind û bi pêdagirî û xweragiriya serkirdayetî û Pêşmerge û cemawer wiha kir doza rewaya gelê Kurdistanê hengaveke gelek mezin ber bi pêşve bavêje û bibê çavkaniya hêz ji bo qonaxên dinê xebata gelê Kurdistanê û her wiha çavkaniya îlhamê ji bo têkoşer û xebatgêrên li hemû parçeyên dinê Kurdistanê.

Li şêst û yekemîn salvegera şoreşa Îlonê da pêzanînên min ji bo rol û keda dayik û jinan û wan hemû Pêşmerge û xebatgêr û qehremanan heye ku rola xwe li wê şanaziya niştimaniyê da hebuye. Çi ew qehremanên li şoreşa Îlonê da şehîd bûn û yan jî li jiyanê da nemane û çi ew gedeyên serbilindên beşdariyê li şoreşê bûne û hê jî li jiyanê da mane. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe dirust kir û cihê şanazî û serbilindiyê ne ji bo me hemûyan.

Mesûd Barzanî
11.09.2022