Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist

Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist

Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist
keçeke Kurd bi navê Jîna Emînî bi hinceta ku hicaba wê neqanûnî ye ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate desteser kirin û piştî çend demjimêran jiyana xwe di bin îşkenceyê de jidest da, ku bû egerê derketina bi dehan jinan li dijî rejîma zordar.

Li hember serkutkariya komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê bi sedan jin rijiyan li ser şeqaman bi xwepêşandanên girseyî li dijî dîktatoriya olî ya tepeserkar, û bi bilindkirina gelek dirûşm û siloganan, ji wan (Bimire Xamineyî), ku rastî tundûtûjîyek zêde hatin ji aliyê desthilatdarên hov yên rêjîma stemkar ve ji bo tepeserkirin û kontrolkirina greva nerazîbûnê û di encamê de bi dehan kes birîndar û şehîd ketin.

Ev ne yekemîn jina Kurd e ku ruhê xwe di rêya azadiyê de dide, ku berî wê gelek jinên din bûne qurbaniya azadiyê û mafên xwe her ji destpêka desthilatdariya komara Îsalamî ya axûndî û heta niha.

Ev bûyer nîşana giraniya qeyrana siyasî ya Îranê ye, ku jiyana giştî ya xelkê bi qanûnên olî yên tundrew hatiye

dorpêçkirin û bi hêsanî sadetirîn mafên mirovan binpê dibin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, siyasetên serkutkariya rejîma Îranê şermezar dike û hevxemiya xwe ligel şoreşa jinên Kurd û Îranê ya li dijî zordariyê radigehîne, di heman demê de çareseriyeke demokratîk ji doza Kurdî li Rojhelatê Kurdistanê re dixwaze.

Qamişlo 22.09.2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya