30 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Elî Umer re derbas dibin

30 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Elî Umer re derbas dibin

Di 11ê Cotmeha 2022yan de, 30 sal li ser şehîdbûna Elî Umer Xelîl, kurê Rojavayê Kurdistanê, ku li ser destê PKKê hate şehîdkirin darbas dibin.

Şehîd Elî Umer li gundê Rîhanîkê yê bi ser bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, di 1ê Çileya 1972yan de ji dayîk bûye, xebateke mezin di ber doza Kurdî de kiriye, ku tevlî serhildana kurdan ya di sala 1991ê de li Başûrê Kurdistanê bû, mil bi mil bi Pêşmergeyên qehreman re berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de dikir.

Elî Umer, destpêkê tevlî bereya Kurdî bû û di gelek şeran de beşdar kir, bi hevalên xwe re navçeya Sêmêlê ya bi ser bajarê Duhokê ve rêzgar kir, û piştre derbasî eniyên Mûsil bû, ta ku karîbûn xaka Kurdistanê rêzgar bikin.

Se'îd Umer birayê wî yê piçûk e, ku ew jî tevlî rêzên Pêşmergeyan bû, niha endamê Komîta Navendî û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ye.

Şehîd û xebatkarê Kurd Elî Umer di 11ê Cotmeha 1192yan di encama êrîşeke PKKê de şehîd ket, û li navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerî berfireh bi xakê hate sipartin.