Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya peyameke sersaxiyê belav kir
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya - Şaxê Dêrikê peyameke sersaxiyê bi koçadawiya xebatkar Mihemed Mela Îsa belav kir.
Naveroka nameyê ev e:
Rêzdar Hacî Weyis Mela Îsa Endamê Şaxê Y.N.K.S Dêrika Hemko.
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya birayê we Mehemed Mela Îsa bihîst û em bi vê nûçeya xembar gelekî dilgiran bûn, hevdem ku hevxemiya xwe ji bo we radigehînin, û sersaxiyê ji malbata we ya rêzdar re dixwazin û hêviyê ji xwedayê mezin dikin ku rehmetî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê jî bide we.
Cihê rehmetî behişt bê û serê we sax bê
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Dêrikê
2.5.2023