Gotara serok Barzanî di kongira 12an ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya

Gotara serok Barzanî di kongira 12an ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya

PDK-S: Roja şemî 10ê hezîrana 2023 li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî 12. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye destpêkir û têda Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de bixêrhatina mîhvanan ya ji bo bajarê Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û ragihand, hêvîdarim kongreya we serkeftî bê û li asta daxwaziya cemawerê we bê. Her wiha rola Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye li şoreşên Eylûl û Gulanê bilind nirxand û pêzanînên xwe ji bo hewl û têkoşîna leşkerê Roj ya li şerê dijî terorîstên Da'îş de hebû ku bi dehan şehîdan pêşkêşî niştiman kirin.

Her wiha got: Spasî we û wan hemû têkoşeran dikim ku li berê û niha de rolên girîng li tevgera azadîxwaziya gelê me da dîtine. Ji vir ve silav ji bo cemawerê we yê xweragir re dişînim. Silav ji bo wan kesên ku koçberên welatan bûn û ewên li vir li mala xwe da ne.

Serok Barzanî hêvî xwest rewşeke dirust bê ku bikarîn vegerin ser warên bav û bapîran û bi yekgirtiyî rûbirûyê gefan bibin. Her wiha daxwaz jî kir dostayetî û hevpeymaniyan zêdetir bi hêz bikin û got: Di destpêka rûdanên Sûriye li sala 2011 ve bi berdewamî piştevanê we bûyîn ji bo wê yekê ku yekrêz û teba û yekreng bin û her biryarek bi we baş bû bidin.

Balkişand li ser wê yekê ku em piştevanê we bûyîn bo ku hemû alî li sê kongre (du li Hewlêr û yek li Dihok) saz bikîn ji bo xebat û pêkveyî ya neteweyî. Lê belê mixabin astengî hate dirustkirin, bêguman rêya têkoşîna gel dûr û dirêje û ewê dibin asteng li ber destkeftan, baca wê didin.

Serok Barzanî li dawiya gotara xwe da dûpat kir, em herdem piştevanê we ne bi navê xebatekî rasteqîne ya neteweyî û niştimanî ku xizmet bi doza rewaya gelê Kurd bike li Sûriye.

Serok Barzanî silav ji bo giyanê pakê wan têkoşeran re şand ku bi neheq hatin şehîd kirin û ewê li bendîxaneyan jî dane.

12. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye bi amadebûna zêdetirê 220 endam li bajarê Hewlêrê heta du rojan birêvediçê û têda 29 endamên Komîteya Navendî têne hilbijartin û paşê jî Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye tê hilbijartin.

Baregeha Barzanî