her du rêxistinên PDKê û PDK-Sê li Holendayê civiyan

her du rêxistinên PDKê û PDK-Sê li Holendayê civiyan

PDK-S: Roja Yekşemê 15ê Cotmeha 2023, şandeke rêxistina Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li bajarê De Bilt ê Holendayê bi rêxistina Partiya Demokrata Kurdistan PDKê re civîneke lidar xist.

Di destpêka civînê de behsa bidawîhatina kongireya 12an ya PDK-Sê û rola Serok Mesûd Barzanî û gotar û pêşniyarên wî di kongirê 12 an de hate kirin.

Herwiha gotûbêj li ser xebatên hevpar ên di çalakiyên Kurdistanî , ku li Hollandayê bi giştî tên lidarxistin hate kirin.

Di civînê de beşdaran behsa rola komeleyên çandî yên Kurdî li bajarê Arnhem û pêwîstiya hemahengiya di navbera wan de kirin.

Di warê medyayî de jî behsa rola medyayê û hemahengiya di navbera ofîsên her du rêxistinan li Holendayê û avakirina jûreyek medyayî ji bo vê yekê hat kirin.

Di derbarê peywendiyan de jî behsa peywendiyên digel kesayetiyên siyasî û komeleyên mafên mirovan yên Holendayê û derfeta peywendiya bi wan re, bi piştevaniya birayên PDKê û sûdwergirtina ji ezmûn û peywendiyên partiya PDKê di vî warî de hat kirin.