Şandeke komîteya Danûstandkara Sûrî bi komîsera Y.Ewropayê re civiya

Şandeke komîteya Danûstandkara Sûrî bi komîsera Y.Ewropayê re civiya

PDK-S: Duh şandek ji Komîta Danûstandkara Sûrî bi serokatiya Nesir Elherîrî bi Komîsera Yekîtya Oropayê re bo siyaseta derve Fêdrîka Mogêrînî li Niyoyorkê civiya.

Di civînê de rewşa giştî li Idilbê hat behis kirin, û şanda komîteyê daxwaz ji Yekîtya Oropayê kir ku helwesteke siyasî bi hêz bistîne, da binpêkirinan derheqê sivîlan li navçeyê rawestîne, herweha bêtirkirina piştgiriya mirovî li wan navçeyên ku berdewam têne armanckirin ji aliyê rijêma Esed û Rûsiyê ve.

Herweha di civînê de behsa çareserî û piroseya siyasî li Sûriyê hat kirin li gor biryarên navdewletî û di despêkê de biryara 2254.

Ji aliyê xwe ve komîsera Oropî tekez kir ku siyaseta wan guhertin têde çênabe û rijêma Esed venagere nav civaka navdewletî û dubare avakirna Sûriyê nabe bê guhertineke siyasî rasteqîne û vegera Penaberan.