Şandeke PDK-Sê beşdarî civîneke PWK li Hannovera Almanya bû

Şandeke PDK-Sê beşdarî civîneke PWK li Hannovera Almanya bû

PDK-S: Li ser vexwendineke Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), şandek ji şaxê 1ê yê partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê bi serokatiya Xalid Kemal Derwîş endamê komîta navendî ya PDK-Sê, roja Şemiyê di 11.11.2023an de, beşdarî civîneke PWK li Bajarê Laatzen/ Hannovera Almanya bû.

Şanda PDK-Sê, di despêkê de pîrozbahî li PWK kir li ser serkeftina kongreyê yekbûnê, ku PWK jê hate avakirin, pişt re behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî hate kirin û helwesta PDK-Sê ji bûyerên heyî.

Di civînê de, ku partiyên kurdistanî û kesatiyên serbixwe jî beşdar bibûn, beşdaran behsa rewşa siyasî ya Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin, herwiha tekezî li ser karê revenda kurd yê hevbeş hate kirin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji yekbûna herdu partiyên berê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TEVGER) hatiye avakirina, ku di 09-10ê Êlûna 2023an de kongreyê xwe yê yekîtiyê li bajarê Amedê lidar xist û birêz Mistefa Özçelik jî weke serokê partiyê hate hilbijartin.

PWK daxwaza mafê çarenûsî ji gelê kurd re dike û sîstema federal weke sîstemeke guncaw ji rewşa niha re ji gelê me li Bakurê Kurdistanê re dibîne.