Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Serokatiya ENKSê li Qamişlo kir

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Serokatiya ENKSê li Qamişlo kir

PDK-S: Îro Duşemê 20.11.2023 Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, pêşwaziya şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê li ofîsa PDK-Sê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir.

Şanda Serokatiya ENKSê ji Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Nemet Daûd û endamên desteya serokatiyê Zehra Ehmed û Fêsel Yûsif pêk dihat.

Şanda ENKSê ji aliyê D.Lazgîn Fexrî, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Nafih Ebdule , Salih Omer û Mihemed Salih Şelal endamên Komîta Navendî ve hate pêşwazî kirin.

Her du aliyan pêşhatên dawî yên Encûmenê û awayên pêşxistin û aktîvkirina wê li gor rewşa niha gotûbêj kirin.

Her du aliyan her wiha li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî rawestiyan.