Qamişlo.. Serkirdayetiya PDK-Sê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Sosyalîst kir

Qamişlo.. Serkirdayetiya PDK-Sê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Sosyalîst kir

PDK-S: Îro Sêşemê 02.01.2024, serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Sosyalîst li ofîsa partiyê li bajarê Qamişlo kir.

Şand ji aliyê Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Nafeh Ebdullah, Hesen Remzî û Mihemed Salih Şelal Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa rewşa herêmî, navçeyî û navdewletî û bi taybet kirîza Sûriyê kirin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan û bihêzkirina wan li ser astên cur bi cur kirin.