Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya xuleke fêrkirina zimanê kurdî bidawî kir

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya xuleke fêrkirina zimanê kurdî bidawî kir

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, li baregeha xwe ya li bajarê Amûdê, li Kurdistana Sûriyê, xuleke fêrkirina zimanê kurdî bi dawî kir.

Îro Sêşemê 27. 02. 2024, bi amadebûna endamê Komîteya Navendî yê PDK-Sê Nafeh Ebdule û hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar, endamên PDK-Sê û xwendekarên derçûyî, Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya ahingeke derçûna xula zimanê Kurdî li bajarê Amûdê, li Kurdistana Sûriyê, ku 22 rojan berdewam kir lidarxist.

Nafeh Ebdule gotina PDK-Sê pêşkêş kir, û tê de behsa zimanzanên destpêkê yên kurd, ku di parastina zimanê kurdî de rola xwe hebû, wek Mîr Celat Bedraxan, Ceger Xwîn, Seydayê Tîrêj, Osman Sebrî û Deham Ebdulfetah kir.

Ji aliyê xwe ve serpereştê xulê Dijwar Tewfîq gotarek pêşkêş kir, û tê de tekezî li ser pêwîstiya giringîdana bi rêgezên zimanê Kurdî û fêrkirina nifşên paşerojê kir.