Pompiyo: Dive tevaya welatan DAIŞê xwe wergirin

Pompiyo: Dive tevaya welatan DAIŞê xwe wergirin


PDK-S: Wezîrê derve yê Emrîka dibêje, ku Emerîka wê kar li gel tevaya welatên ku welatiyên wan di nava rêzên DAIŞê de şerkirine bike, da ku wan vegerîne.

Mayk Pompiyo wezîrê derve yê Emerîka ragehand, ku Emrîka ji Birîtaniya dil girane dema Birîtaniya razî nabe , welatiyên xwe yên di nava rêzên DAIŞê de şer kirine vegerîne , ji ber pêwîste tevaya welatan welatiyên xwe vegerînin .

Beriya niha Donald Tramp serokê Emerîka ji Elmaniya , Birîtaniya , û Ferensa gotibû, ku pêwîste hersê welat 800 welatiyên xwe ku di nava rêzên DAIŞê de şerkirine werbigrin .