ENKSê li Dirbêsiyê guhertina demografiya Serê Kaniyê û Girê Spî gengeşe kir
PDK-S: Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê xwehiya Dirbêsiyê û derdora wê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe lidarxist û pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û hin mijarên rêxistinî gotûbêjkirin .
Di civînê de behsa guhertina demografiya herîmên kurdî li Serê Kaniyê û Girê Spî û bicîkirina penaberên Ereb li şûna kurdan de hate kirin .
Li aliyekî din amaje bi wê yekê hate dan, ku divê mîkanîzma karê xwecehiya bajêr û derdora wê di rêya seredan û hevdîtnan de were pêşxistin.