Amûdê.. Çekdarên nenas baregeha ENKSê şewitandin

Amûdê.. Çekdarên nenas baregeha ENKSê şewitandin

PDK-S: Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên nenas êrîşî baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kirin, û di encamê de ziyanên madî rû dan.

Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand, duh êvarî 6ê Sibata 2024an, çekdarên nenas êrîşî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Amûdê kirin.

Jêderê tekez kir ku çekdaran tevaya kelûpelên di nava baregehê de şewitandin.

Roja 4ê Sibatê jî, çekdarên nenas êrîşî nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li bajarê Amûdê kiribû, û di encamê de ziyanên madî rû dan.