Giwêlan… Rêxistina Laleş ya PDK-Sê alîkariyan bo xelkê Efrîn û Cindirêsê kom dike
PDK-S: Rêxistina Laleş ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li kempa Giwêlan Îro Çarşemê 08. 02. 2023, alîkariy ji bo herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û bajarokê Cindêrsê kom kir .
Bi hemahingî di gel rêveberiya kempa Giwêlan endamê encûmana herêmî û şaxî û kadirên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê alîkariyê madî û lucistî îro danê sibehê ji bo Efrînê berhevkirin .
Ji ber Erdhejîna, ku li Sûriyê û Tirkiyê rûdayî û bajarokê Cindêrsa Efrînê gelek wêranbûye û bi sedan kuştî û bi hezaran birîndar û bê seroşon bûne û bê ceh war mane .