Ji despêka sala2011an û ta niha 3000 penaberên Sûrî regeznameya Elmanî wergirtine

Ji despêka sala2011an û ta niha 3000 penaberên Sûrî regeznameya Elmanî wergirtine

PDK-S: Ajansa rojnameya Elmanî eşkere kir, ku ji despêka sala 2011an û ta niha 3ê hezar penaberên sûrî regeznameya Elmanî wergirtine.

Nivîsgeha amaran ya Elmanî ragehand, ku di sala 2017an de 2479 penaberên sûrî regeznameya Elmanî wergirtine lê di sala 2018an de bêhtirî 2880 penaberên sûrî regeznameya Elmanî wergirtine ku bavê yekê diyar dibe , ku rêjeya wergirtina regeznameya Elmanî 16% bêhtir bûye .

Nivîsgeha navhatî pêşbînî kir, ku ta dawiya vê salê hejmara penaberên sûrî, yên ku regeznameya Elmanî werbigrin bighêje 6 hezar penaberî .