26 sal li ser koçadawiya xebatkar Kenan Egîd re derbas dibin

26 sal li ser koçadawiya xebatkar Kenan Egîd re derbas dibin

PDK-S: Îro 11ê Gulana 2022, salvegera 26an ya koçadawiya Kenan Egîd, xebatkar û serkirdeyê Partiya Demorata Kurd li Sûriyê Elpartî ye, ku ew partî niha bi Partiya Demorata Kurdistan Sûriya PDK-Sê tê naskirin.

Kenan Egîd, pencemora wî di dîroka Kurdî hertim zindî ye, yek ji leheng û qehremanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber kar û xebata bêrawestan, jiyana wî di metirsiyê de bû, û dihat zîndanîkirin û rastî eşkenceyê dihat.

Xebatkar Egîd bi sozdarî û wefedarî xizmeta gelê xwe û doza Kurdî dikir, bi cesareta xwe naskirî bû.

Di sala 1970î de, ji ber derxistina daxuyaniyekê ji aliyê Partî ve, tê de kembera erebî li Rojavayê Kurisdtanê red kir, ew bi çend serkirde û endamên Partî re hatin zîndanîkirin.

Ji kesên pê re hatinbûn zîndanîkirin: Sekreter Hac Deham Mîro, Mihemed Nezîr Mustefa, Emîn Şêx Gulîn, Xalid Meşayîx, Ebdula Mela Elî, Mihemed Fexrî, û pîştî 4 mehan Hemîd Hac Sîno, dema 8 salan di zîndanê man û rastî eşkenceyê hatin.

Derbarê qehremanî û merdiya wî, Dr. Nûredîn Zaza di pirtûkeke xwe ya bi navê Qêrîna Gelê Kurd de behsa serpêhatiyekê di zîndanê de dike û dibêje: Kenan Eqîd qehremaniyeke mezin li cem hebû, rojekê nobedarê zîndanê jê xwest li kalekî Yehûdî bide, lê ew yek red kir, lewma bêtir rastî lêdan û stemê hat.

Kenan Egîd di 11ê Gulana 1996an de, ji ber nexweşiyekê, li Helebê çû ber dilovaniya Xwedê, bi deşdarbûneke mezin, li bajarê xwe li Dêrika Rojavayê Kurisdtanê bi xakê hate spartin.Ta roja weke îro, serpêhatiya wî û ked û karê wî ji nifşekî bo nifşeke nû tê veguhestin û radestkirin.