Li kampa Kewregoskê pirtȗkxaneyeke xwendina bê beramber hate vekirin

Li kampa Kewregoskê  pirtȗkxaneyeke xwendina bê beramber hate vekirin

PDK-S; Bi amadebûna hejmarek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd yên Rojava , başûrê Kurdistanê û penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Kewregoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê roja Şemiyê 15. 06. 2019, pirtûkxaneyeke xwendina bê beramber hat vekirin.

Pirtûkxaneya ku navê Behişta Xwendinê lixwe girt ji aliyê çalakvanê kurd Rad Mihemed ve ku ew jî neşteciyê heman kampê ye, û bi alîkariya hunermend Zuhêr Derwîş û hin çalakvanên din hat vekirin, û ew pirtûk xane nêzî hezar pirtûkê bi zimanên kurdî Erebî û Ingilêzî lê hene.

Endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Kewregoskê ya PDK-S Mihemed Elî jî beşdar bû, û têde gotarek pêşkêş kir .