Agir girte zeviyên cotkarên Kurd li derdora Qamişlo ȗ navçeya Çil Axa

Agir girte zeviyên cotkarên Kurd li derdora Qamişlo ȗ navçeya Çil Axa

PDK-S: Şewtandina zevî û dexlûdanê cotkarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewame , û herî dawî roja Dûşemê 17. 06.2019, danê sibehê agir girte gundê Girê Spî li derdora Qamişlo û nêzî 200 donmên welatiyên bi navê Çelebî û Îdrîs Xalid şewtîn û berê agir kete bi gundê Girbawî yê nêzî bajarê Qamişlo.

Herweha li gorî jêderne xwecehî demjimêr 12ê nîvro agir girte dexlûdanê cotkarên kurd li gundên Rimêla Şêx , Şebek , Abirê, Xerbê Cihûa, Nebîsadî , Sêgirka Dir'o , Mûsa Gewra û Dêrna Axê yên nêzî bajarokê Çil Axa li devera Aliyan û zêdetir ji hezar dunim zevî şeûtî ye .