Di encama bombebarankirina bajarê Idlibê hejmarek qurbanî ketin
PDK-S: Di encama berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser bajarê Idilbê û gundewarên wê hejmarek qurbanî navbera kuştî û birîndar ketin .
Jêderên xwecehî ji nava bajarê Idilbê raghandin, ku îroja roja Şemiyê 22.06.2019, danê sibehê çekdarên rêjîma Esed bi dehê operasyonên esmanî bajarê M're Eln'man û bajarokê Kinsifre li gundewarê Idilbê û hin deverên din bi tundî armanc kirin .
Her li gorî heman jêderan dane xuyakirin, ku di encama wan êrîşan de du zarok û jinek canê xwe ji dest dan û hejmarek kesên din birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin .