Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê kir

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî li gel şandekê ji desteya serokayetî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê dawîn guhartinên siyasî li Suriyê û navçeyê gotûbêj kir.

Serok Barzanî, roja Sêşemê 24ê Cotmeha 2023yan, li Selahedîn pêşwazî li şandekê ji desteya serokayetî ya ENKS kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de dawîn guhartinên siyasî li Suriyê û navçeyê hatine gotûbêjkirin.

Herweha di hevdîtinê de, ronahî hate xistin li ser astengiyên li pêş pêşeroja miletê kurd li Sûriyê.