Çekdarên PYD damekî PDK-Sê binçavkirin

Çekdarên PYD damekî PDK-Sê binçavkirin

PDK-S: Di berdewamiya binçavkirina alîgir û endamê Partiyên ser bi ENKSê ve , PYD endamekî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya binçavkir .

Jêdereke taybet ji ARKê re ragehand, ku çekdarên PYD welatiyê bi navê Fayîz Mihemed Mutîh Silêman, ku xelkê gundê Girziyaretê Çolê ye , di 16. 06. 2019 ji pêşiya dukana wî li aliyê dergehê rojava yê Rimêlan binçavkirin , û heta weke niha çarenivîsa wî nedyare .

Fayîz Mihemed ji daykbûyê sala 1981ane , û endamê şaxê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya.