Derbarê Komîteya distûra Sûriyê ... Rûsiya geşbîne û Ferensa û Emerîkayî bê hêvî ne

Derbarê Komîteya distûra Sûriyê ... Rûsiya geşbîne û Ferensa û Emerîkayî  bê hêvî ne

PDK-S: Welatê Rûsiya di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî de geşbîniya xwe ji avakirina komîteya distrûa Sûriyê ya pêşerojê nîşan da, ku di demekê de herdu welatên Ferensa û Emerîka berovajî Rûsiya seyrî komîteyê dikin .

Di dema lidarxistina civîna Encûmena Ewlehiya de Fladmêr Safronkof alîkarê balyozê Rûsiya yê herdem di Netewên Yekgirtî de geşbîniya welatê xwe ji avakirina komîteya distûrî ya Sûriyê nîşan da , ku ji aliyê xwe ve Conasan Kohîn balyozê Emerîkî di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de bê hêviya xwe ji vê komîteyî re nîşan da û daxwaz ji Bêdirson kir ku dev ji pirojeya komîteya distûrî ya Sûriyê berde ji ber ku tu hêvî ji komîteyê re nîne .

Herweha Firanswa Dîlatir balyozê Ferensî yê herdem di Netewên Ykgirtî ji aliyê xwe ve got ji dema, ku Gêr Bêdirson şandeyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê dest bikarê xwe kiriye, û ta niha tu pêşketin di birojeya avakirina komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê çê nebûye û bê hêviya xwe derbarê vê komîteyê da diyar kirin.