Qamişlo .. Bi amedebûna serokê ENKSê civîn bi rê ve çû

Qamişlo .. Bi amedebûna serokê ENKSê civîn bi rê ve çû

PDK-S: Duh roja Înê 28ê Hizêrana 2019an, Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê serkirdayetiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li dar xist, û mijarên girêdayî bi rewşa niha gotûpêj kirin .

Civîn di amedebûna Serokê ENKSê û sekreterê PDK-Sê Siûd Mila û endamên Desteya Serokariyê û endamên din bi rê ve çû. Di civînê de mijarên siyasî û babtên girêdayî bi doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin gengeşekirin..

Di vê derbarê de Beşar Emîn Endamê Polîtbîroya PDK-Sê ji malpera ENKSê re da xuyakirin ku di civînê de pêşhateyên dawiyê li ser asta rewşa siyasî bi giştî, û bandora wê li ser kirîza Sûriyê û tekezî li ser dîtina çareseriya di rêya pijardeya siyasî ne leşkerî re hat kirin .

Navbûrî serbar kir ku di heman civînê de rewşa ENKSê di Îtîlafê de û pêwîstiya berdewambûna mana ENKSê di Itîlafê de tevî hebûne hin ji kesayetiyên nijadperestî di wê keyanê de hate kirin, ji ber ku ENKSê beşeke ji Itîlafê ye.

Emîn amaje jî kir pêwîstiya aktîvkirina nivîsgehên ENKSê û dezgehên wê hate kirin, herwiha mijara cudabûna partiyan di nav ENKSê hate behskirin, û di çarçovaeya du hefteyan de dê were çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve Slêman Oso Sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya û Endamê Desteya Serokatiya ENKSê ji heman malperê re got ku di civînê de despêşxeriya Firensî û helwêsta Firanseyê jê hate gengeşekirin, ku ew amede ne li ser xakê ci bi cî bikin, herwiha Herêma Ewleh û rola ENKSê û Pêşmegeyên Roj di wê herêmê de li ser hate sekinandin .