Mêrkil: Biryare li Tirkiyê lûtkeyek çar alî derbarê Sûriyê were lidarxisin
PDK-S: Rawêjkara Elmanî encamdana lutkeyek çar alî derbarê Sûriyê li welatê Tirkiyê eşkere kir .
Piştî bidawîhatina lotkeya 20 li Caponê Encêla Mêrkil rawêjkara Elmanî ragehand, ku biryare di vê salê de li Istenbolê lotkeyek çar alî navbera welatê Tirkiyê , Elmaniya , Rûsiya û Ferensayê de derbarê doseya Sûriyê were lidarxistin .
Herweha Mêrkil da xuyakirin ku berya lidarxistina vê lotkeyê pêwîste hemahengî û peywendiyên berdewam navbera her çar welatan de hebe bi taybetî derbarê rewşa Idilbê û nasîna rewşa penaberên Sûrî ji nêzîk ve .
Di cotmeha sala 2018an de lotkeyek çar alî li Istenbolê derbarê rewşa Sûriyê navbera welatê Tirkiyê , Elmaniya , Rûsiya û Ferensayê hate encam dan .