NY: 22 hezar penaberên Sûrî vegeriyan e welatê xwe

NY: 22 hezar penaberên Sûrî vegeriyan e welatê xwe

PDK-S: Komisyona bilind ya karûbarên penaberan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve eşkere kir, ku bi dehê hezaran ji penaberên Sûrî yên li Urdinê dimînin vegeriyane Sûriyê.

Lîlî Karlîslî berdevka komisyona bilind ya karûbarên penaberan ragehand, ku ji dema vekirina dergehê Cabir Nesîb yê hevsînorî derdora 22 hezar penaberên Sûrî yên li Urdinê di rêya dergeh re vegeriyane welatê xwe .

Herweha Lîlî Karlîslî got jî, ku ji wê hejmara giştî 16 hezar sûrî di sala 2019 de ji welatê Urdinê vegeriyane ser mal û milkên xwe li Sûriyê.