Du bira li bendava Girê Pirê binav bûn

Du bira li bendava Girê Pirê binav bûn

PDK-S: Di ava Girê Pirê yê ser bi Çil Axa ya Dêrka Rojavayê Kurdistanê du welatî herdu birayê hev binav bûn, di encamê de jiyana xwe ji dest dane.

Jêderekî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku Duşema bûrî herdu bira Mihmed û Xalid di bendava gundê Girê Pirê de binav bûn û jiyana xwe ji dest dan .

heman jêderî da diyarkirin, ku herdu qurbanî xelkê gundê Bosa yê ser bi bajarokê Til Koçer ve ne, lê berya çend salan li gundê Girziyaretê Çolê bicî bûne.