5 teqînan gundewarê Helebê hejand

5 teqînan gundewarê Helebê hejand

PDK-S: li hejmarek bajar û bajarokên li rojhelatê gundewarê Helebê zincîrek teqîn hate rûdan di encamê de hejmarek qurbanî navbera kuştî û birîndar ketin .

Çalakvanên di nava gundewarê Helebê ragehandin, ku roja Şemiyê 27.05.2019, pênc teqîn bi rêya motorên bombekrî li her yek li bajarê Axtirîn , Elbab û E'zaz û herdû bajarokên Til Bital û Elxndore rû dan .

Her li gorî heman çalakvanan dane xuyakirin, ku di teqîna li bajarê Babê de welatiyek û zarokek canê xwe ji dest dan li gel birîndarbûna hejmarek kesên din, ku jin û zarok jî di nav wande hebûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin , herweha di encama teqîna ku li bajarê E'zazê jî hate rûdan bi kêmanî 11 sivîl birîndarbûn li gel birîdarbûna hejmarek kesên din di encama hersê teqînên dî yên ku li bajarê Axtirîn û herdû bajarokên Til Betal û Elxndore hatin rûdan .