Çîn amadekariya dubareavakirina Sȗriyê dike

Çîn amadekariya dubareavakirina Sȗriyê dike

PDK-S: Welatekî herî mezin amadekariya xwe ji bo dubare avakirina Sûriyê dike.

Ajansa Rûsiya Elywm li ser zarê balyozê rêjîma Sûriyê li Bekînê Îmad Mustefa eşkere kir, ku guhpêdaneke zêde ji aliyê welatê Çînê ve ji bo alîkariya Sûriyê di dubare avakirina wê de heye .

Di lêdwaneke taybet de ji bo rojnameya Elweten ya nêzî rêjîmê Mustefa tekezkir, ku rêjîma Sûriyê û Çîn pêwendî û hêviyên wan mezinin, û her du alî amadekariyên xwe ji bo beşdariyê di dubare avakirina Sûriyê de bi awayekî kûr û çalak dikin .

balyozê rêjîma Sûriyê her weha got, ku nakokiya navbera Emrîka û Çînê de di berjewndiya hemî Cîhanê de bi taybet rêjîma Sûriyê deye û sûd niha jê tê wergirtin.