T.H.B amarên qurbaniyên êrîşên Rêjîmê û Rûsiyê li ser Bakurê Sûriyê diyar dike

T.H.B amarên qurbaniyên êrîşên Rêjîmê û Rûsiyê li ser Bakurê Sûriyê diyar dike

PDK-S: Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê amarên qurbaniyên êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser bajarê Idilb û gundewarê wê ji despêka raghandina agirbesta rawestandina şer û ta niha eşkere dike .

Di daxuyaniyekê de tîma Hevrêzkarên Bersvdanê bi belge eşkere kir, ku di heftiya yekê de ji rêkeftina rawestandina şer li Idlibê bikêmanî 25 welatiyên sivîl di nava wande 6 zarok jî hebûn ji ber êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser herdu gundewarê Idilb û Hemayê de jiyana xwe ji dest dane û serbar kir, ku piştî rêjîma Esed ev agirbest binpêkir pêla derbederiyê zêdetir bû, ku ji wê demê ve û ta niha 35343 kes derbederbûne .

Heman tîmê di raporta xwe de daxuyakirin jî ku rêjîm û Rûsiya 49 êrîşên esmanî li bakurê Sûriyê pêk anîne serbarî topbarankirina 49 xalên din li heman deverê .