Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam in

Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam in

PDK-S: Çekdarên rêjîma Esed ji aliyê û balafirên şer yên Rûsî ji aliyekî dinve di armancikirina herdu bajarokên Idilb û Hemayê de berdewamin ya herî dawî jî armanckirina bajarê Seraqib li gundewarê Idilbê .

Her li gorî jêderên xwecehî ragehandine, ku berbanga roja 16.08.2019, bajarê Seraqib li gundewarê Idilbê rastî êrîşeke tund ji aliyê balafirên şer yên rêjîm û Rûsiyê ve hat di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndarbûn li gel rûdana ziyanên madî mezin li heman deverê .

Heman jêderê da xuyakirin, ku derengiya şeva bûrî jî bajarokê Kefersicne û Rikaya sicne herweha bajarê Xan Şêxûn bi tundî hatin armanckirin, ku di encamê de sivîlek hate kuştin li gel birîndarbûna xwebexşekî di tîma berevaniya sivîl de .

Li gundewarê Hemayê jî çalakvanan ragehandin, ku roja Pênşemê bajarê Mork bi 8 operasyonên esmanî hate bombebarankirin hevdemî topbarankirina bajarê Keferzîta bi 20 topan ji aliyê rêjîma Esed ve , ku di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî .