Şandeke ENKSê bi Bogdanof re civiya

Şandeke ENKSê bi Bogdanof re civiya

PDK-S: Şandeke komîteya peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê ENKSê roja Pêşemê 15.08.2019, bi şandiyê taybet yê serokê Rûsiyê ji bo Rojhilata Navîn, cîgrê wezîrê derve yê Rûsiyê Mîxail Bogdanof re civiya.

Şanda ENKSê bi serokatiya Kamîran Haco serokê nivîsgeha peywendiyên derve û endamên nivîsgehê Ibrahîm Biro û Ismaîl Hesaf pêk hat.

Komîteya peywediyên derve ya ENKSê daxuyaniyek derbarê wê seredanê belav kiriye û dibêje, ku di wê di civînê de şanda ENKSê behsa rola erênî ya Rûsiyê derbarê mafê kurdan û bi taybetî lêdwana vê dawiyê ya wezîrê derve yê Rûsiyê ku piştevaniya xwe ji mafê kurdan li Sûriyê nîşan da kir, nexasim ku di daxuyaniya Astana berûvajiyê wê yekê hatbû, ji ber wê yekê pêwîstî zelalkirinekê bû.

Şanda ENKSê herweha behsa destpêşxeriya Ferensî û rêkeftina Emerîkî Tirkî ji bo navçeya aram kir, herweha şanda ENKSê daxwaza hebûna peywendîne Rûsî bi serkirdayetiya ENKSê ya lihindirê welêt re kir, herweha daxwaza piştevaniya Rûsiya ji bo nûnerên kurd û mafê kurdan di komîteya destûrî de hat kirin, serbarî behsa rewşa xirab ya sivîlan ji ber şerê li Idlibê hat kirin.