Efrîn .. Çekdaran keçikek û endamekî PDK-Sê revabdin

Efrîn .. Çekdaran keçikek û endamekî PDK-Sê revabdin

PDK-S: Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girûpên çekdar keçeke kurd û endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya revandin û ji bo cihekî nedyar birin.

Jêderên xwechî ji nav Efrînê ragehandin, ku roja Çarşemê 21. 08 . 2019, demjimêr 12 nîvro girûpeke çekdar welatiyê bi navê Mihmed Ehmed Xidir ji bajarokê Basûtê revand .

Heman jêderan tekez kirin, ku helmeta revandinê di dema welatiyê navbûrî berê xwe dida karê xwe li bazara bajêr hatbû encamdan.

Mihmed Ehmed Xidir endamê Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya ye herweha endamê encûmena xwechî ya bajarokê Basûtê ye .

Ji bilî wê yekê jêderên xwechî eşkerekirin ku di 19 vê mehê de fesîleyên çekdar keça bi navê Zeyneb Ehmed Betal li heman bajarokê Basûtê revandin û ta niha to agahî li ser herdû welatiyên navbûrî tunene.