Emîndariya Giştî ya ENKS civiya

Emîndariya Giştî ya ENKS civiya

PDK-S: Duh 23 . 08. 2019, li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya serokê c Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Siûd Mela û endamên desteya serokatiyê, emîndariya giştî ya ENKSê civiya.

Li gorî agahiyên ARKê ku di civînê de pêşhateyên Sûriyê û navçeya aram û liv û tevgera dîplomasî ya Encûmenê li dervê herweha destpêşxeriyên nêzîkbûna Encûmenê û PYD jî dê weren gengeşekirin.

Li ser hûrguliyên civînê Fesle Yûsif endama desteya serokatiyê ya Encûmenê ji ARKê re got mijara navçeya aram û eger û pêşhateyên wê navçeyê û dîtina Encûmenê li ser wê yekê hatin gengeşekirin.