Qamişlo..Di encama bûyereke tirafîkê de ciwanekî li ser rêya Sêmalka jiyana xwe jidet da

Qamişlo..Di encama bûyereke tirafîkê de ciwanekî li ser rêya Sêmalka jiyana xwe jidet da

PDK-S: Di encama bûyereke tirafîkê de ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Qamişlo û dergehê Sêmalka yê sînorî jiyana xwe ji dest da û dayîka wî birîndar bû .

Çalakvanan li ser tora Civakî "facebook" belavkirine, ku ciwanê bi navê Hemo Hesen ku ji gundê Herem Şêxo yê gundewarê Qamişlo ye û neşteciyê welatekî Ewropayê bû, li ser rêya Qamişlo û dergehê Sêmalka yê sînorî bi Herêma Kurdistanê re raserî bûyereke tirafîkê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da û dayîka wî jî ku li gel bû bi tundî birîndar bû û niha li nexweşxaneyekê dibin çavdêriyê deye .

Li gor heman jêderan Hesen ji Ewropayê beriya mehekê ji bo behîdariya bavê xwe Ehmed Hesen Zerokî ku ew jî di bûyereke tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabû hatbû ,duh Pêşemê 29.0.2019, berê wî li vegerê bû û li gel malbata xwe di otombêlê de raserî wê bûyerê hat û jiyana xwe ji dest da.