li kampa Qoştepe xuleke peristariyê bi beşdariya 80 jinê derçû

li  kampa Qoştepe xuleke peristariyê bi beşdariya 80 jinê derçû

PDK-S: Rêxistina kampa Qoştepe ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, xuleke peristariyê bi hemahengî bi rêveberiya nexweşxaneya Şîfa û dezgeha xêrxwazî ya Barzanî , bi dehan keç û jinên kurd re berya demekê birêkxistin kirbû bidawî hat.

Roja Sêşemê 05. 11. 2019, li navenda Osman Sebrî ya rewşenbîrî, ku ser bi dezgeha xêrxwaziya Barzanî ve ye, bi amade bûna berpirsê rêxistina kampa Qoştepe û doruberê Hewlêrê Serhan Hesen endamê komîta navendî ya PDK-Sê, û dektor Fewaz Eyo birêveberê nexweşxaneya Şîfa li Hewlêrê, û bi mêhvandariya dektor Nûredîn Barzanî nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Nerwecê, 80 jin û keçên beşdar di xula peristariyê de derçûn û bawernameyên xwe wergirtin.