Mesrûr Barzanî serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê li Berdereş û ji wan re got, çi ji destê Hikûmeta Kurdistanê were dê ji bo xizmetkirina wan penaberan dê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de, ji nêzîk ve rewşa jiyan û guzariyên penaberên Rojavayê Kurdistanê dişopîne, ku ji encama êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kuridstanê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

Mesrûr Barzanî di çarçova serdana xwe bo kampa Berdereş de ragihand: “Destxweşiyê li hemû rêveberiya kamp û rêxistinên mirovî dikim, ku pêşwaziyê li xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Da zanîn jî: “Yek milyon û 500 hezar koçber niha li parêzgehên Kurdistanê hene, ev jî erkekî mezin xistiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û salane yek milyar û 500 milyon Dolar bo birêvebirina van kampan xerc dibe.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Hevkarîkirina van penaberan erkekî navdewletî ye û daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hevpeymanan jî dikin, bo birêvebirin van kampan, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji rêveberiya kampê jî kir, heta dema pirsgirêka van penaberan çareser dibin û bi keramet vedigerin ser mal û milkên xwe, em pêşwaziyê li wan bikin û daxwaz ji wan dikim, di xizmetkirinê de jî xemsar nebin.”

Amaje bi wê jî da, li asta siyasî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe berdewam dibe, heya pirsgirêkên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê werin çareserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha ligel xelkê nava kampê jî axivî û li halê wan pirsî, û ji wan re got çi destê me were emê ji bo xizmetkirina we bikin.