Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Îmarat rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Îmarat rewşa navçeyê gotûbêj kirin

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Îmaratê li gel Cihnişînê Abû Dabî, Mihemed bin Zayd civînek encam dan. Di civînê de jibilî peywendiyên dualî, pêkanîna derfetên zêdetir yên kar û weberhênanê bo kerta taybet ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, diyaloga bo çareserkirina pirsgirêkan, daxwazên herdu aliyan bo çawaniya pêşvebirina peywendiyan, derfetên kar û weberhênanê bo sektora taybet a Îmaratê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Pêşhatêyen li navçeyê bi giştî, metirsiyên egera serîhildana terorê û girîngiya heamhengiya herêmî û navdewletî bo rûbirûbûnê û çend pirs û mijarên din ên xwedî girîngiyê bo herdu aliyan di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Her di wê civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.