Şeş sal li ser şehîdbûna 3ê endamên PDK-Sê di leşkergehên PYDê de derbas dibin

Şeş sal li ser şehîdbûna 3ê endamên PDK-Sê di leşkergehên PYDê de derbas dibin

PDK-S: Tawana şehîdkirina sê ji endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, yek ji tawanên ku di serdema PYDê de hatiye tomarkirin ku îro 6sal li ser wê tawanê re derbas dibin.

Piştî ku PYDê bi zora çekdan sê ji welatiyên bitemen ji gundê Berbenê yê bi ser navçeya Raco ve, ji bo leşkeriya neçar birin, di fêrgeheke leşkeriya neçar de di bûyerek nezelal û nediyar, di 20î Berçileya 2016an de hatin şehdîkirin. Di konê ku tê de bûn her yek ji Ezet Mihemed Xelîl 67 salî, Ebdo Mihemed Hebeş 52 salî û Muhsin Mihemed 42 salî li gundê Til Ecar yê bi ser Ezazê ve, hersê endamên PDK-Sê jiyan xwe di bûyereke şewtandinê de ji dest dan û şehîb bûn, bê ku berpirsên PYDê di wê demê û ta niha hûrguliyên tawanê diyar bikin.

Di vê derbarê de yek ji kurên şehîd Ezet Xelîl ji ARKê re tekez kir û got PYD û PKKê di ber kuştina wan de berpirs in, ku çawa 3 kes di yek konê de bişewitin bê ku kesek bi hawara wan ve biçin û wan rizgar bikin.

Jêderê piştrast kir ku armanckirina Ezet Xelîl, Mihemed Hebeş û Muhsin Mihemed bi mebest bû, ji ber ku leşkeriya neçar red dikirin û şehîdkirina wan weke tolhidanê bû, beriya bibin leşkeriyê gelek caran digirtin ser gundê Berbenê û ew daxwaz leşkeriya neçar dikirin, her car jî wan red dikirin tevlî bibin, dîsa jî dawîn car temenê wan yê mezin nebû sedem ku ji leşkeriyê werin rizgarkirin PYDê bi zorê tevlî xwe kir.

Piştî encamdana tawanê, kesûkarên şehîdan banga radestkirina terman kir, lê PYDê red kir terman radest bike, li goristanek dûr ji gundê Berbenê bi xak spartin.

Tê zanîn ku ev tawan ne ya yekê ku di serdema PYDê de li Efrînê li dijî PDK-Sê, ENKSê û alîgirên rêbaza Barzaniyê nemir hatine encamdan, bi dehan komkujî û tawan di dermafê şêniyên Efrînê û seranderî Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne, û hîn jî di kiryarên xwe berdewam in.