Marîna 34 salî wek biçûktirîn serok wezîr di cîhanê de ye

Marîna 34 salî wek biçûktirîn serok wezîr di cîhanê de ye

PDK-S: Partiya Sosyalista Damoqrat li Finlenda, Yekşema bûrî, 8ê Berçileya 2019an, biçûktirîn serok wezîr di dîroka welêt de ji xwe re hilbijart.

Sana Marîn, ku bi xwe Wezîra Veguhestinê bû, di hilbijartina welatê xwe de, piştî karkişandina Antî Rînî ji heman postê de, Marîn bi ser ket û bû serok wezîr.

Sana Marîn, bi tenê 34 salî ye, bi wê yekê wekû biçûktirîn serok wezîr di cîhanê de, tê destnîşankirin.

Beriya destnîşankirina Marîn, Serok Wezîrê Okraniya Oliksî Gontşarok yê 35 salî, wekû biçûktirîn serok wezîr di cîhanê de bû, lê Sana Marîn, xwe di pileya yekem de tomar kir û cihê xwe wek biçûktirîn serok wezîr di cîhanê de