Xebatkar Ehmed Betal Osê li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawî kir

Xebatkar Ehmed Betal Osê li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawî kir

PDK-S: Duh êvarî 13 . Berçileya 2022an, endamê encûmena herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriy PDK-S û ewefserê di Leşkerê Roj de Ehmed Betal Osê, piştî rûbrûbuna kirîzeke mêjî, li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça xwe ya dawî kir.

Ehmed Betal Osê ji daykbûyê gundê Mosîsana yê bi ser Amûdê ve sala 1960.

Derçûyê peymangeha amadekirina mamosteyane li bajarê Hesekê.

Ji ciwaniya xwe ve tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê bûye, û di sala 2017an de tevlî hêzên Leşkerê Roj bû û pileya mulazim wergirt.

Bi amadebûna serkirdayetî û endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê û hevalê wî û efserên Leşkerê Roj Xebatkar Ehemed Betal Osê li goristana Misorîkê li bajarê Duhokê bi xakê hate spartin.