Tirkiya bersiva biryara sepandina sizayaên Emerîkî dide

Tirkiya bersiva biryara sepandina sizayaên Emerîkî dide

PDK-S: Piştî ku lêjneya derve ya kongirêsa Emerîka razîbûn li ser sepandina sizayan bi ser Tirkiya de nîşanda , wezareta derve ya Tirkiya di daxuyaniyekê de bersiva Emerîka da.

Wezareta derve ya Tirkiya dibêje, ku biryara Emerîka bi sepandina sizayan binpêkirine ji serweriya Tirkiya re , û sepandina sizayan bi ser Tirkiya de ji ber encamdana êrîşa leşkeriye li Rojavayê Kurdistanê û têkdana îstratîciyeta Emerîka le navçeyê .

Tirkiya gef xwarbû û gotbû eger Emerîka sizayan bi sepîne , Tirkiya wê bingeha Encerlîk ya Emerîkî ku li Tirkiya ye weke kerta fişarê bi karbîne .