Emîndariya Giştî ya ENKS li Qamişilo civiya

Emîndariya Giştî ya ENKS li Qamişilo civiya

PDK-S: Roja Pêşemê 12. 12. 2019, emîndariya giştî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî ENKSê û desteya serokatiya ENKSê bi serokatiya Siûd Elmela li bajarê Qamişlo civiya, û hijmarek mijarên çarenivîsî girêdayî rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê gotûbêj kir.

Civîna emîndariya ENKSê piştî civînên serokatiya ENKSê û nûnerên ENKSê di desteya danûstandkara Sûriyê û komîta destûriyê û hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê di meha bûrî de li Hewlêrê tê , ku sê rojan domand û mijarên siyasî leşkerî û karê komîta destûriyê gotûbêjkirin.