Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Idlibê de berdewam in

Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Idlibê de berdewam in

PDK-S: Di encama bombebarankirina bajarê Idlibê û gundewarên wê ji aliyê balafrên şer yên Rûsî ve hejmarek kes bûne qurbanî .

Jêderne xwecî di nava bajarê Idlibê de raghandin, ku balafrên şer yên Rûsî roja Sêşemê17.1 2.2019, bajarokê M'r Şemarîn li başûrê Idilbê kire armanc di encamê de 2 zarok û jinek hatin kuştin û 4 kesên din birîndarbûn .

Heman jêderî da xuyakirin, ku her yek ji gundê Ebû Mekê û Elrife û Birnan li rojhelatî bajarî M're Eln'man ji aliyê balafrên şer yên rêjîm û Rûsya ve hatin bombebarankirin bê ku tu ziyan rû bidin .

Ji 29 nîsana 2019an de çekdarên rêjîma Esed û Rûsya bi tûndî deverên kêmkirina asta şer armanc dikin û di encama wan êrîşan de bi sedan welatiyên Sûriyê di navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî serbarî rûdana ziyanîn madî mezin li heman deveran.