Xaça Sor: 22hezar kes ji destpêka şerê Sûriyê ve wenda ne

Xaça Sor: 22hezar kes ji destpêka şerê Sûriyê ve wenda ne

PDK-S: Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî tomarkirina 22 hezar wendayî ji destpêka şerê Sûriyê ve berya 9 salan ragehand.

Ajansa Tas li ser zarê birêveberê proseyan li komîta Navdewletî ya Xaça Sor Dominîk Ştîlhart veguhezt , bi melyonan kes neçar bûn ji malên xwe derkevin, û 500 hezar hatin kuştin û bideh hezaran revandî û wendane .

Ştîlhart her weha got , ku 22 hezar kes li Sûriyê wendayî ne û malbatên wan jî daxwaz ji Xaça Sor kirine lêgerek li zarên wan were kirin û çarenivîsa wan were diyarkirin.