Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Belarusya kir
PDK-S: Roja Duşemê 1ê Mijdara 2021an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Belarusya li Iraq Viktor Rybak kir.
.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera her du aliyan û rewşa Penaberan li Belarusê gngeşe kir.
Di berdewamiya civînê de herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hebûna hemahengî û têkiliyan bo çareserkirina kêşeyên wan welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku serdana Belarusê dikin li gor zagonên Navnetewî û pêşî girtin ji koçkirinê kir.
Balyozê Belarusê jî amadebûna welatê xwe bo hemahengî kirin, û têkiliyan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.